Xwezî Li Çiyayê Şengalê Li Ba Derwêşê Evdî Bûma
Xwezî li çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma
Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî
Û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma
Min jê re bigota,
Binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Suwarî hene
Min jê re bigota
Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye
Rihet û aram razê
Min jê re bigota;
Mirin…
Ji ku tê û çawa tê bila bê
Êdî xeman nexwe
Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e
Êdî ev rastiya ebedî ye..”
Rêber APO